lîkariyên mirovî yên NY gihîşt bajarên Medaya, Fûa û Keferiya yên Sûriyê, yên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine dorpêçkirin û xelkê wan deran ji nêzda dimirin.
Ji birçîna dimirin!

 Çavkaniyekî li bajarê Medaya, ku li nêzîkî paytexta Sûriyê-Şamê ye, ji Rûdawê re got, karwana alîkariyên NY ji bajarê Şimayê gihîşt bajarê Medaya. Wî jêderî da zanîn ku ew alîkarî dê ji aliyê xelkê Medaya ve were parvekirin.  Her wiha hat gotin ku komên çekdar rê dane ku alîkariyên mirovî derbasî bajarokên Fûa û Keferiya yên girêdayî parêzgeha Idlibê jî bibin. Piraniya xelkê wan bajarokan elewî ne.  Rojnamevanekî Sûrî jî li Şamê ji Rûdawê re got, heta niha tenê 44 kamyon alîkarî gihîştine Medaya.  Tê gotin ku bi giştî 70 kamyon alîkarî ji bo Medaya, Fûa û Keferiya hatine dabînkirin û şandin.  Li gorî amarên rêxistina Nojdarên Bêsînor, li deverên han ji Kanûna par ve heta niha 23 kes ji nêzda mirine.  Kordînatorê NY yê alîkariyên mirovî Yeqûb Hîlo jî gotiye, derdora 30 hezar kes li Fûa û Keferiya dijîn û 42 hezar kes jî li Medaya dijîn.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2016-01-11 13:37 tarihinde yayınlandı. 4408 Defa okundu.