Trump cara ewil li Qesra Sipî mêvandariya Merkelê kir, di hevdîtina li Ofêca Glover da merhebatî neda serokwezîra Almanyayê.
Donald Trumpê Serokê DYAyê di hevdîtina li Qesra Sipî da merhebatî neda Angela Merkela Serokwezîrê Almanyayê û raya gişkî û medyaya Amerîkayê di nav rojê da herî zêde li ser vê mijarê axivîn. Trump cara ewil li Qesra Sipî mêvandariya Merkelê kir, di hevdîtina li Ofêca Glover da merhebatî neda serokwezîra Almanyayê. Nûçegihanan xwest ku herdu serok merhebatiyê bidin hev û li ser vê Merkelê ji Trump ra got "tu dixwazî em merheba bikin? û Trump tu bersivek nedayê û ev jî di demeke kin da di nav medyaya civakî da hat parvekirin. Hin kes dibêjin dibe ku Trump dengê Merkelê nebihîstibe. Lê belê şîroveya ku dibêje Trump dengê Merkelê bihîst lê xwe kerriyê avêt zêde hat parvekirin. Ji ber ku Trump bersivek nedaye Merkelê şaş û metel ma. Di axaftinê da Turmp berê xwe neda Merkelê û ber bi nûçeginan zivirî û wisa axivî li gor şîrovekaran ev jî nîşan dide ku hevdîtin li gor dilê wî derbas nebû.
Editör: İsmail KAYA