Li Adiyamanê serwêsa xwendekaran û kamyon li hev qelibîn di encama qezayê de 17 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin kamyona bi plakaya 02 BA 447 a ku Alî Akdag diajot li ba Lîseya Pîşe û Teknîkê ya Keçan a Adiyamanê bi serwêsa xwendekaran a bi plakaya 02 BC 257 a ku Haci Çati diajot qelibî. Di qezayê de ajokar û 15 xwendekarên di minîbusê de birîndar bûn. Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Adiyamanê. Piştî qezayê demekê rê girtî ma û piştî ku wesayît hatin kişandin rê hat vekirin.
Editör: İsmail KAYA