Li Erziromê firoşyarekî mirîşkên bixemil, yeka hêkê wan mirîşkan bi 15 lireyî difiroşe û xwe bi siparîşan ra nagihîne.
Hêkê mirîşkên bixemil difiroşe Tirkiyeyê

 Li Erziromê Berhan Karamanliyê firoşkarê mirîşkên bixemil, yeka hêkê wan mirîşkan di ser înternetê ra bi 15 lireyî difiroşe hemî aliyê Tirkiyeyê û ji ber ku xwe bi siparîşaran ra negihîne, sîstema randevuyan daniye. Karamanli ku li gundê Merkez Şehîtlerê dijî, ji nûçegihanê AAyê ra got, "Min bîra vî karî nedibir, pêşiyê min karê mirîşkên xwemalî dikir, 5 sal berê min ev mirîşk dîtin û min weke hobî dest bi vî karî kir û nuha jî min dest bi bazirganiya wan kir. - Mirîşk heta hezar û 500 lireyî tên firotin Firoşkar destnîşan kir ku ji ber gelekbûna siparîşan dest bi sîstema randevuyê kiriye û got, "Ji heftê yan ji mehê carekê em randevuyê didin miştiriyan. Me rêbazeke wisa ji xwe ra daniye." Karamanli behsa taybetbûna xwedîkirina wan mirîşkan kir û got, "Weke mirîşkên xwemalî tenê bi genim nayêne xwedîkirin, ji hêkên kelandî bigirin, heta bi vîtamîn û êmê taybet em didine wan. Bihayê hinek ji van mirîşkan digihêje hezar û 500 lireyî." Firotina li ser înternetê Firoşkar destnîşan kir ku hêk û mirîşkan li ser înternetê difiroşe û got, "Mişterî yan hêkan ji me dikirin û bi mekîneyên xwe yên kurkketinê dikine çîçik û yan jî mirîşkên kurkê ji me dixwazin û rasterast dest bi hilberînê dikin. Em bazirganiya xwe bi vî şiklî dikin. Hêkên mirîşkên bixemil yeka wan bi 15 lireyî ye û bihayê mirîşkan bi xwe di navbera 250-300 lireyî da ye.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-11-18 16:01 tarihinde yayınlandı. 12123 Defa okundu.