Serokomar,li Qada Cumhuriyetê ya Kirikkaleyê di merasima vekirina komî de axivî. Serokomar Erdogan got: "Rêxistina terorê ya dabeşkar û rêxistina paralel bûne yek, partiyên muxalefetê didin pêşiya xwe û diçin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qada Cumhuriyetê ya Kirikkaleyê di merasima vekirina komî de axivî. Serokomar Erdogan ji ber piştgiriya ku di heyama hilbijartina serokomariyê de dan wî spasiya gelê Kirikkaleyê kir.  Serokomar Erdogan: "Rêxistina terorê ya dabeşkar û rêxistina paralel bûne yek, partiyên muxalefetê didin pêşiya xwe û diçin. Diçin ku, diçin ku Tirkiyeyê vegerînin rojên berê. Kanê ew Tirkiyeya 70yan, 90an, kanê ew Tirkiyeya bira ji bira re kiribûn dijmin. Vana hemû gel parçe kirin. Vana ewladên vî gelî berdan hev. Ew Tirkiyeya xizaniyê, paşvemayînê, tunebûnê heye ya dixwazin vegerin wê." Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Hûn diçin ku lê herin hûn nikarin min ji van qadan bikin, hûn nikarin min bêdeng bikin. Destûra Bingehîn xebata serokomar diyar kiriye û di vê mijarê de peywira wî ya herî girîng ew e ku bi gelê xwe re be. Hûn qet nekevin nav gumanan, em ê serbilind bin, ji rê dernakevin lê qet serî natewînin. Em tenê li hember Xwedê serî ditewînin. Li cihekî din tu carî."   AA

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-07-14 11:17 tarihinde yayınlandı. 2531 Defa okundu.