"Sêmehên" ku tê da şevên Rexaîb, Mîrac û Beratê, şeva Qedrê û meha Remezanê hene di 20ê nîsanê da dest pê kir. Şeva Mîracê ya ku wer tê qebûlkirin ku şeva Hz. Mihemed derket hizûra Xwedê teala di meha recebê ya di nav sêmehan da ye. Li gor baweriya mislimanan Hz. Mihemed di şeva Mîracê da li ser banga Cenabê Heqq û di rêberiya Cebraîl elêyhîselam da ji mescida Heramê derbasî Mescida Eqsayê bû, ji wir jî derkete semayê û derket hizûrê Xwedê teala, di vê rêwîtiyê da li "buraqê" siyar bû. Di vê şevê da 5 wext nimêj ferz bû, di vê şevê da mizgînî hat dayîn ku kesên şirîkan nevêjin ber Xwedê teala yê herin cinetê. Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Mehmet Gormez di peyama xwe ya ku ji bo şeva Mîracê weşan da şeva hemû mislimanên ku li çar aliyên Tirkiyeyê dijîn pîroz kir. Ji bo vê şeva pîroz jî TRT KURDÎ jî bernameyek taybet amade kir. Bernameya Şeva Mîracê li Rihayê, li Mizgefta Eyyup Pêxember dê saet di 21:15an de bi zindî were ser ekranên we.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-07-14 11:17 tarihinde yayınlandı. 4284 Defa okundu.