Serokkomar Recep Tayyip Erdogan li Sincika navçeya Semsûrê bû. Navçeya Sincikê di hilbijartina serokkomariyê de, bi rêjeya ji sedî 96ê deng û piştgirî dabû erdogan. Serokkomar li vir bersiv da rexneyên li dijî xwe. Serokkomar Erdogan got “ew kesên ku îdîa dikin ez ketime derdê sultaniyê, bi salan li van deran li ser postê axatiyê bûn.” Serokkomar Recep Tayyip Erdogan li Sincika navçeya Semsûrê bû. Navçeya Sincikê, di hilbijartina serokkomariyê de, bi rêjeya ji sedî 96 piştgirî dabû Serokkomar Erdogan. Serokkomar li vir bangî gel kir û muxalefet rexne kir û got: “Sozê min hebû. Ez ê bihatima navçeya Sincikê ya ku di hilbijartina serokkomariyê de, bi rêjeya ji sedî 96 deng dabû min. We em gelek dilşad û bextewar kirin. Ez bawer dikim ku Sincik cî û warê rûxandina tabuyan e, Sincik cî û warê biratiyê ye. Biratiya me, ji bîr û baweriya me tê. Mirovek hatiye van deran û dibêje derdê min ê sultaniye heye. Xwîşk û birayên min, ev feqîr qet neketiye derdê sultaniye. Min her tim li qadan ev yek digot, em hatin da ku bibin xizmetkar, nebin mezinê gel. Ew kesên ku îdîa dikin ez ketime derdê sultaniyê, bi salan li van deran li ser postê axatiyê bûn. Kesên ku li ser nasnameya neteweyî siyasete dikin jî di hedefa Erdogan de bûn:  “7’ê Hezîranê qonaxeke girîng e. Dibe ku ew bixwazin we bitirsînin. Îro li ser rojnameyekê, dayikên ku ewladên wan hatibûn kuştin, cî girtin. Digotin ewladên me ji ber van hatine kuştin û ji wan re nifir dikirin. Em bi tenê di hizûra Xwedê de xwe ditewînin, em li ber Firewnan xwe natewînin.” Wekî din Serokkomar Erdogan behsa Serokkomarê Misrê Sîsî jî kir.  “Em li ber firewnan xwe natewînin. Ez Sîsî wek serokkomar qebûl nakim. Min viha gotibû. Li gorî min serokkomarê Misrê Mursî ye. Ew mehkûmê îdamê kirine, îdama wan jî bi rûmet e.” Serokkomar dû re çû vekirina pira Nissibiyê. Pira Nissibiyê li Tirkiyeyê pira 3’yem ya herî mezin e û ji aliyê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan hat vekirin.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-07-14 11:17 tarihinde yayınlandı. 2521 Defa okundu.