Li navçeya Sincika Semsûrê ku bi hingivê xwe navdar e, dema şilxdayina mêşên hingiv dest pê kir. Serokê Komeleya Perwerde û Çanda Mêşvaniyê ya Sincikê Mahmût Öztürk behsa şilxdayina mêşên hingiv kir; Öztürk got, Mêşên ku li ser daran şilx didin bi hostatiyeke mezin tên veguhastin kewaran. Ya herî girîng jî ew e ku dema vugahastina kewaran hewce ye mêş ziyanê nebînin. Her wiha tê gotin ku hingivê Sincikê bi tahm û qelîteya xwe di asta hingivê Anzerê de ye.
Editör: İsmail KAYA