Kesên ku ferîbotên wan hene piştî ku pireya Nîssîbiyê ji bo xizmetê hat vekirin û bêkar man, wê dest bi turîzmê bikin. Pireya Nîssîbiyê ya ku dirêjahiya wê 610 mêtro ye û di navbera Gergera navçeya Adiyamanê û Şanliurfayê de ye ji bo xizmetê hat vekirin. Piştî pire hat vekirin kesên ku ferîbotên wan hene bêkar man û niha hêvî dikin ku xebatên turîzmê bikin. Piştî ku pire hat vekirin welatiyên ku 25 salin bi ferîbotan ve derbasî hember dibûn êdî bi wesayîtan ve li ser pireyê diçin û tên. Lewra çûyîn û hatina bi wesayîtê ji ferîbotê erzantir e. Musa Yilmazê (66) 25 sale ku bi ferîbotan ve rêwiyan dibe û tîne got ku pire ji bo welatiyan nîmeteke mezin e û wiha axivî: "Ev 25 sale me bi 10 şirîkan ve bi ferîbotên xwe ve rêwî dibir û dianî. Rojê 100 wesayît û bi dehan mirov bi ferîbotên me ve derbasî hember dibûn. Pire ji bo welatiyan xizmeteke gelek mezin e. Dema pire vebû karê me qediya. Lê em ê ferîbotên xwe nûjen bikin û ji bo turîzmê bi kar bînin." Yilmaz got ku wan li serî Walitiya Adiyamê û Qaymeqamtiya Gergerê dane ku ew di qada turîzmê de bixebitin û rayedar alîkariyê bidin wan û wiha dewam kir: "Em ê turîstan di navbera Adiyaman û Şanliurfayê de bibin û bînin. Daxwaza me bi tenê ew e ku ji bo vê xebat bên kirin. Divê behsa vê ji turîstan re bê kirin û ji bo nasandinê xebatên mezin bên kirin. Piştî van xebatan turîstê bi cihên dîrokê yên li Gerger, Çunkuş, Adiyaman û çiyayê Nemrudê bibînin."

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-07-14 11:17 tarihinde yayınlandı. 1818 Defa okundu.