Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Mizgefta daristana Fatîhê ya li Midûriya Herêma Daristanê ya Stenbolê nimêja înê kir û piştî nimêjê pirsên rojnemagera yên der barê herêmê de bersivandin. Serokomar Erdogan bi bîr xist ku wî êvara çarşemê bi Birêz Obama re hevdîtinek pêk anî û wiha axivî:  "Di wê hevdîtinê de me têkoşîna xwe ya bibiryar a li dijî DAEŞa rêxistina cudaxwaz teyîd kir. Me got DAEŞ rêxistineke terorê ye û Tirkiye li hemberê rêxistineke terorê ya wiha hesasiyetên xwe diparêze. Ji bo vê hesasiyetê jî weke ku hûn jî dizanin gava bibiryar a ewil îşev hat avêtin. Lê di heman demê de li 16 bajarên me ser 300 cihî operasyon hat kirin û vê pêvajoyê dest pê kir û niha gelek bersûc hatine binçavkirin. Ev bi tenê operasyoneke ku îşev hatiye kirin nîne, lewra ev operasyon wê di vê pêvajoyê de wê dewam bike." - "Gavên ku hewce bikin dê bên avêtin" Serokomar Erdogan got ku wan li 16 bajaran zêdetirî 300 operasyonî li dar xist û bi van operasyonan pêvajoyek dan destpêkirin û dê ev pêvajo bidome û wiha dewam kir: "Helbet li vir hedef diyar in. Di serî de DAEŞa rêxistina terorê, PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz, ji bilî vana DHKP/C; ya rast ji bo me navê van rêxistinan girîng nîne. Ji bo me ev hemû rêxistinên terorê ne û li dijî vana him hikûmeta me him jî hêzên me yên ewlehiyê yanî dewleta me gavên ku hewce dikin dê biavêje. Ev biryardariyek e, lewra cihê ku lê dewleta me hebe; em destûrê nadin hêzeke din ku wek dewlet xwe bi rêxistin bike." -"Bila welatî bi dewleta xwe bawer bin" Serokomar Erdogan: "Ez ji welatiyên xwe re tewsiye dikim ku bila di nav atmosfereke bi tirs de nejîn. Lewra jixwe bawerkirina wan beriya her tiştî tê. Lazim e ew ji xwe bawer bin. Lê lazim e ku em bi vê yekê jî baş bizanibin ku niha em ketine nav têkoşîneke pir cihê û ji bo vê têkoşînê heta dawiyê çi hewce bike emê wê bikin. Bila welatiyên me ji dewletê bawer bikin." - "Welat bê hikûmet nabe" Serokomar Erdogan derbarê xebatên avakirina hikûmetê de jî wiha axivî: "Dibe ku koalîsyon bê avakirin an jî neyê avakirin. Ku bê avakirin ji xwe dê karê me jî hel bibe; lê çênabe dê karê me jî ji nû ve dest pê bike. Heke koalîsyon neyê avakirin, dê vîna neteweyî ji bo vê yekê biryara dawîn bide. Em ê herin serî li vîna gel bidin û vîna gel çawa tecelî bike em ê li gor wê gavan biavêjin û ji bo vê pêdiviya me bi 90 rojî heye. Helbet di vê pêvajoyê de dewlet bê hikûmet nabe. Ew ê hikûmeteke berwext bê avakirin. Hemû rê û rêbaz di zagona bingehîn de hatine diyarkirin û dê li gor van rêbazan gav bên avêtin."

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-07-14 11:17 tarihinde yayınlandı. 4267 Defa okundu.