Yalçin Naneyê astsûbay ku ser sînorê Sûriyê di encama êrîşa DAEŞa rêxistina terorê de şehîd ket, li Gazîantebê hat definkirin. Cinazê şehîd Nane piştî merasima cinaze a li Fermandariya 5emîn Tûgaya Bizirx hat kirin anîn Mizgefta Bahaeddîn Nakiboglû. Xanima wî Seher û xatiya wî Zelîha Nane dema ku cinaze anîn zehf giriyan. Hat diyarkirin ku ji welidandina xanima wî re 20 roj maye. Fatma Şahîna Seroka Şaredariya Mezin a Entabê bi Seher Naneya xanima şehîd re eleqedar bû. Piştî nimêja cinaze leşkeran cinaze li erebeya topê kir û anî goristana li Taxa Arilê û li vir defin kir. Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Hûlûsî Akar, Fermandarê Artêşa 2yemîn Orgeneral Adem Hûdûtî, Fermandarê 5emîn Tûgaya Bizirx Tuggeneral Cemalettîn Dogan, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Abdulhamît Gul, leşker û welatî beşdarî merasimê bûn.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-07-14 11:17 tarihinde yayınlandı. 4400 Defa okundu.