Serokatiya Kar û Barên Diyanetê li ser DAEŞê raporeke berfireh amade kir û di raporê de mijarên wiha hene: "Hêza DAEŞa rêxistina terorê, hedefa wê, taktîk û duruşmeyên wê, feliyet û helwesta wê ya îslamê." Armanca Lijneya Bilind ya Kar û Barên Diyanetê bi vê raporê ew e ku agahiyê bide hemû yekeyên xizmetê yên girêdayî Serokatiya Kar û Barên Diyanetê. Rapor bi sernava "DAEŞ"ê hatiye amadekirin û behsa kiryarên DAEŞa rêxistina terorê yên ku zirarê didin dînê îslamê tê da hatiye kirin. Rapor radestî Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez kirin. Di raporê da mijarên wiha hene: Avabûna DAEŞê, sedemên xurtbûna wê, hêz û çalakiyên wê, hedef, taktîk û duruşmeyên wê, ramana wan a îslamê, fetvayên ku alimên sunnî li ser wan didin. Di fetva û we'zan da DAEŞ Biryar hat dayîn ku agahiyên raporê di fetva û wezan da werin vegotin. Di raporê da qala "ramana îslamê ya DAEŞê" hat kirin. Li gor vê DAEŞ ji ber van taybetiyên xwe "xariciyan" tîne bîra mirov: "Rêxistin rêça selefiyan dişopîne. Cihê ku bi dest dixe, îdia dike ku li wan deran hukmên şerîetê bi cih tîne, turbeyan hildişîne, li dijî mixalifan bê merhemet e, ji bo ku bighîje armanca xwe şidetê dike, di helwesta xwe ya dîn da tund e, li hember fikrên cuda û komên cuda bê tehemmul e, kesên ku ji wê nebe, tekfîr dike, kesên ku wek murted dibîne, kuştina wan wek heq dibîne." Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îdeolojiya DAEŞê tekfîrcî ye û ji rê derketiye, kesên ku fikra wan qebûl neke, wan wek dujmin qebûl dike. Gormez wiha axivî: "Xaricî jî tê da, di dîroka îslamê da cara ewil e ku rêxistinek kesê ku fikra wê qebûl bike wek dost, qebûl neke jî wek dujmin qebûl dike. Di xariciyan da jî tiştekî wiha tuneye. Ya duyem, dujminê xwe tekfîr dike. Ne tenê tekfîr dike, kesên ku wî dujminî tekfîr nake jî tekfîr dike. Yanî wexta ku ji yekî ra got kafir, tu jê ra bibêjî 'wiha neke, ev zilam nimêj dike, diçe secdê, ev zilam zilamekî misilman e'. Ji ber ku tu jî ji fikra wî qebûl nakî û ji yê din ra nabêjî kafir, te jî tekfîr dike. Ji vî alî va jî tiştekî nû ye. Ji El Qaîdeyê çêbûye, lê ji ber ku EL Qaîde bi ya wan nake û ji kesên ku ew tekfîr dikin ra nabêje 'kafir', El Qaîdeyê jî tekfîr dike. Ew tê ra wan nake, bi kesên ku tekfîr dike ra şer dike û wan dikuje xwîna wan mubah dibîne. Paşê rêtina xwîna wan wek cîhad zen dike. Ji ber vê çendê meriv bibêje ev tenê ji şîrovekirina îslamê derketine, merivê heqareteke mezin li îslamê bike."

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-07-14 11:17 tarihinde yayınlandı. 4774 Defa okundu.