Li Qersê di navbera hêzên ewlehî û endamên PKKa rêxistina terorê de şer çêbû, di şer de eskerek cangorî û yek jî birîndar bû. Herwiha di êrîşê de 3 terorîst hatin kuştin. Li gor agahiyên ku hatin hildan, tîmên Tevgera Taybet a Cendirmeyan li Karakaleya gundê ser navçeya Qaqizmanê operasyon li dar xist. Di operasyonê de cendirme û milîtanên rêxistinê hatin hemberî hev û gule berî hev du dan. Di şer de 2 esker birîndar bûn û 3 terorîst jî tevî çekên wan ve mirî hatin qefaltin. Ji eskerên birîndar yê ku birîna wî xedar, li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Qefqasê cangorî bû, rewşa eskerê birîndar yê din baş e. Li herêmê operasyon berdewam dikin.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-07-14 11:17 tarihinde yayınlandı. 4157 Defa okundu.