Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan: "Teror kî dibe bila bibe, ji ku tê bila bê, hedefa wê çi dibe bila bibe, teror yek e. Divê mirov li hemberî hemû cure teror û bûyerên terorî bisekine."
Divê em li dijî terorê bibin yek

 Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Teror kî dibe bila bibe, ji ku tê bila bê, hedefa wê çi dibe bila bibe, teror yek e. Divê mirov li hemberî hemû cure teror û bûyerên terorî bisekine. Di berxwedana dijî terorê de piştevanî pêwîst e. Ev him li derveyî welêt him jî li nav welêt girîng e." Alîkarê Serokwezîr Akdogan hat Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê ye, li vir Midûrê Ewlehiyê Selamî Altinok ew pêşwazî kir. Hevdîtin nêzî 40 deqîqan dewam kir, Akdogan piştî  hevdîtinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku duh êrîş birin ser Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê, ez ji bo ku bêjim "derbasî be" hatim navenda ewlehiyê. Akdogan got ku ew ji ber êrîşê aciz bûn û wiha dewam kir: "Me rewşa birayê xwe yê polês pirsî. Hemd ji Xwedê re rewşa wî baş e û em ji bo vê jî kêfxweş in. Em vê êrîşa terorî lanet û şermezar dikin." Yalçin Akdogan got ku ew di demên dawî de dibînin ku hin kes nikarin bûyerên terorî lanet bikin û wiha pê ve çû: "Teror kî dibe bila bibe, ji ku tê bila bê, hedefa wê çi dibe bila bibe, teror yek e. Divê mirov li hemberî hemû cure teror û bûyerên terorî bisekine. Di berxwedana dijî terorê de piştevanî pêwîst e. Ev him li derveyî welêt him jî li nav welêt girîng e." Akdogan got divê destê ku li milet û dewletê rabe bê şikestin û wiha axivî: "Di vê mijarê de divê em fikra xwe bikin yek. Ez cardin ji Midûrê Ewlehiyê yê Stenbolê re dibêjim derbasî be."

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-04-02 16:06 tarihinde yayınlandı. 3235 Defa okundu.