Eskerê ku di operasyona dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz dihat birêvebirin de birîndar bûbû cangorî bû.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di operasyona ser PKKya rêxistina terorê ya ku berdewam dike de 3 leşker cangorî bûn. Li Sûrê operasyona ku hêzên ewlehiyê ji bo tijîkirina çalên ku mensûbên rêxistina terorê kolan, bergiriyên ku hatin danîn bên rakirin û teqemeniyên ku hatine veşartin bên îmhakirin, dan destpêkirin berdewam dike. Di operasyonê de 3 eskerên ku di encama êrîşa terorîstan de bi xedarî birîndar bûbûn dema ku bi ambûlansê dibirin nexweşxaneyê şehîd bûn.
Editör: İsmail KAYA