Xalid El-Hasekawiyê berdevkê Lîvayên Til Hemisê yên ku li Sûriyeyê li dijî hikûmetê şer dikin eşkere kir ku wesayîta Fehman Hisên ê ji berpirsyarên payebilind ên PKK`ê teqandin û Hisên hat kuştin.
Îdiya: Bahoz Erdal hat kuştin

 Xalid El-Hasekawiyê berdevkê Lîvayên Til Hemisê yên ku li Sûriyeyê li dijî hikûmetê şer dikin eşkere kir ku wesayîta Fehman Hisên ê ji berpirsyarên payebilind ên PKK`ê teqandin û Hisên hat kuştin. Li gorî rapora Kurdpress`ê, Hasekawî daxuyaniyek da nûçegihanê AA`yê û got ku dema ku Fehma Hisên ê bi nasnavê "Bahoz Erdal" ê ku yek ji berpirsyarên payebilind ê PKK`yê ye duh êvarê di saet 20:30`yan de ji bajaroka Hîmo diçû Qamişloyê hedef hat girtin. Hasekawî diyar kir ku Fehman Hisên û parêzvanên wî jî di nav de herî kêm 8 kesên di wesayîtê de mirin û got ku ev operasyona ku ji bo gelên Sûriye û Tirkiyeyê wekî "mizgînî" bi nav dike di encama teqîbeke dirêk de hat kirin. Hasekawî da zanîn ku PKK li axên Sûriyeyê dagirker e û got ku "PKK yek ji piştgirên herî mezin ên hikûmeta Beşar Esed e û em vê operasyona ku birin ser birêvebirê payebilind ê PKK`yê diyariyê şehîdên Sûriyeyê, xaziyên Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê yê bişeref ê ku di zindanên Sûriyeyê de êşkenceyê dibînin, dikin."

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2016-07-10 00:55 tarihinde yayınlandı. 3962 Defa okundu.