Weqfa Diyaneta Tirkiyeyê, di çarçoveya projeya Bila Diyariya min Quran be da 160 Qur'anên Pîroz gihandin Çinara navçeya Diyarbekirê
Ji bo zarokên Diyarbekirî diyariya Qur'ana Pîroz

 Weqfa Diyaneta Tirkiyeyê di çarçoveya projeya "Bila Diyariya min Quran be" da, 160 Qur'anên Pîroz gihandin Çinara navçeya Diyarbekirê. Li gorî daxuyaniya Weqfa Diyaneta Tirkiyeyê, Qur'anên Pîroz di merasîmekê da bi beşdarbûna Miftiyê Navçeya Çinarê Şemsettin Şimşek, li Mizgefta Agaçsevera Taxê bi diyarî dane zarokan. Şimşek spasiyê xwe gihandin Seroktiya Karûbarê Diyanetê û Weqfa Diyaneta Tirkyeyê ji bo ku ev projeya "Bila Diyariya min Quran be" cîbicîkirine. Miftî Şimşek herwiha destnîşan kir ku Qur'anên Pîroz bûne sedema kêfxweşiyê û got, "Ev Qur'anên Pîroz yên ku Weqfa Diyanetê li ser daxwaza birayên me yên Çinarî şandin di çarçoveya vê tertîbê da me li gelê xwe belav kir. Nêzîka 160 Qur'anên Pîroz, bi şiklekî ku her yek bigihije malekê me dabeş kir. Di demeke wiha zehmet da, we em bîra xwe anîn, ev diyarî gelekî pir wate û manîdar in. Em spasiya hemî piştevanên vê kampanyayê dikin."

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2016-02-16 11:52 tarihinde yayınlandı. 4135 Defa okundu.