Derbarê Fetullah Gülen û 44 polîsan de doza kûmpasê hat vekirin.
Lêpirsîna li ser rêxistina paralel

 Derbarê 44 polîsan de doz hat vekirin ku beriya pêvajoya 17 û 25ê berfanbarê li dijî rojnameger û polîsên ku li dijî rêxistina paral in kûmpas danîne û bi sûcdarkirinên beesil li telefonên wan guhdarî kirine. Di îdîanameya bi 548 rûpelî de ku ji aliye Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê İrfan Fidan ve hatiye amadekirin, gumanbarê sereke Fethullah Gülen e. Gülen, Midûrê Şaxa Tekoşîna li dijî Sûcên Rêxistinî yê Stenbolê Nazmi Ardıç, Alîkarê berê yê Midûrê Ewlekariya Stenbolê Mahir Çakallı û alîkarê wê deme yê midûrê Şaxa Rêxistiniyê ya Stenbolê jî di nav wan de bi tevahî navê 44 polisan di îdîanameyê de wek gumanbar derbas dibe. Tê îdîakirin gumanbaran li dijî rojnameger, polis û endamên darazê ku li dijî Rêxistina Terorî Fethulahiyan e kumpas danîne û bi navên cuda li wan guhdarî kirine. Her wiha di îdîanameyê de tê xwestin ku derbarê Fethullah Gülen de biryara girtinê were dayîn. Heta vê gavê derbarê Gülen de 23 biryarên girtinê hene ku ji aliye dadgehên cûda ve hatine dayîn.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2016-04-05 16:19 tarihinde yayınlandı. 4033 Defa okundu.