Li Antalyayê operasyon birin ser rêxistina DHKP-Cyê û di encama operasyonê de 19 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên li dijî DHKP-Cyê

 Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşînê ya Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Antalyayê operasyon birin ser kesên ku tê îdiakirin eleqeya wan bi rêxistina terorê DHKP-Cyê re heye. Di operasyonên ku gelek cihan hatin kirin de 19 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin ji bo îfedeyê birin Midûriyeta Têkoşînê ya Dijî Terorê. ESKÎŞEHIR Li Eskîşehirê 5 kesên ku tê îdiakirin ku eleqeya wan bi DHKP-Cya rêxistina terorê re heye, hatin binçavkirin. Li gor agahiyên ku hatin hildan, Tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Eskîşehirê, li Taxa Yildiztepe û Gultepeyê dijî DHKP-Cyê operasyon kir. Tîman avêt ser 5 malên ku tê îdiakirin malên kesên ku bi DHKP-Cya rêxistina terorê re eleqedar in. Tîman di encama operasyonan de 5 kes binçav kir û lêgerîn dewam dike.   ÎZMIR Li Îzmirê operasyon hat kirin û di operasyonê de li gor îdiayê 5 kesên ku bi rêxistina DHKP-Cyê re têkildar in, hatin binçavkirin. Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşînê ya Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê li Karşiyaka û Çîgliyê operasyon birin ser 2 komele û 9 ciyan. Di operasyonê de 5 kes hatin binçavkirin. Di operasyonê de wesîqe, qeydên dîjîtal, pirtûkên qedexekirî û 30 fîşengên ku aîdê DHKP-Cê ne hatin bidestxistin. C.U, A.Ş, T.O, H.A û A.Y hatin binçavkirin û ji bo îfadeyê ew birin Şaxa Têkoşînê ya Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê. Hat ragihandin ku polês li 3 kesên din jî digerin.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-04-01 13:55 tarihinde yayınlandı. 3465 Defa okundu.