Yildirim:Em ê li dijî rêxistinên terorê têkoşîna xwe bidomînin
Serokwezîr Bînalî Yildiri

 Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Me di nav 14 salên borî da budçeya perwerdeyê 10 qat zêde kir. Di sala 2003yan da di serê lîsteyê da parastina neteweyî hebû nika budçeya perwerdeya neteweyî di serê lîsteyê da ye. Ev jî tê wê meneyê ku veberhênana pêşerojê ji ya top û tivingan girîngtir e. Ji veberhênana kevir û erdê girîngtir e. Lewra ku avahiyekî çêkin, fabirqeyekî çêkirin emrekê wan heye, 50 sal an jî 100 sal e. Lêbelê veberhênana perwerdeyê ji nifşan derbasî nifşên din dibe. Ku perwerde tunebe tu tiştek çênabe. Di binê sedema şer, ragêşî, teror, bêhizûriyê da kêmasiya perwerdeyê heye. Mixabin merivan ber bi fikr û ramanên nebaş dibe. Di pişt hewla derbeyê ya bêbext a ku di 15ê Tîmehê da FETOyê kir da jî ev heye." "(FETO) Mixabin bûye rêxistineke terorê ku hest, fikir, raman û pîrozweriyên însanan diemîle û dibe belaya serê mirovahiyê. Di salekê da ev çênebû, bi salan dewam kir. Çawa hat vê astê? Lewra nirxên me yên hevpar emiland. Gotin 'Em alîkariyê dikin û ji bo xizan û feqîran pereya kom dikin, li Afrîka û li ciyên din em alîkariyê didin xizanan.' Bi vî awayî hest, fikir, raman û pîrozweriyên însanan emilandin. Peyra derket holê ku armanc ev nîne. Armanc ew e ku bêyî kedê bidin ji xelkê îstifade bikin. Bi çek, top, balafir û firokeyên gel gule berdan ser zarokên vî gelî û xwestin dewletê bi dest bixin. Ev hatin serê me." "(Der barê hewldana derbeyê ya FETOyê da) Muhakemeya sebiyekî 11 salî mixabin bi van bêbextên xayîn ên rêxistina terorê ya ku cil û bergên eskerî li xwe kirine ra tuneye. Ew çek û cebilxane, balafir, tanq û topên ku welatiyan bi zor û zehmetî ji bo ku welatê me li hemberî yar û neyaran bibe yek û li hemberî geflêxwarinan amade be kirîn, dema hûn rabin berê wan çekan bidin milet, wê demê miletê jî wê bersivê bide we. Di 15 tîrmehê da vî miletê hanê her tiştê xwe da aliyekî alaya xwe hilda û derket meydanê. Lewra dema mesele welat be girîngiya siyasetê tuneye. Dema mijar welat be mijarên mayî teferûat in. Careke din vî miletê mezin, nîşan da ku gelê tirk çiqas esîl e, nexweşê serxwebûnê ye û li wê hevoka Atatirkê mezin a ku dibêje 'Serxwebûn karaktera min e' xwedî derket û tiştê ku bi wan ket raxist holê û derseke baş da van bêbextan." "Hûn jî dizanin ji salên 1980yî vir da rêxistineke terorê ya ku em li dijî wê têkoşînê didin heye. Wan zûka çek dan destê xwe û derketin meydanê. Enerjiya vî welatî dimêjin lê belê FETOya rêxistina terorê dizîka da ser hev, xwe veşart, 40 salî li hêviyê sekinî û rojekê bi carekê derkete holê. Em ê li dijî rêxistinên terorê yên cihêkar û odaxên şer ên ku serê welatê me diêşînin têkoşîna xwe bidomînin lê belê em dizanin ku aqilê van ji kîsê xelkê ye. Ew aqila dernakeve rûyê me. Ew aqila ji aliyê paşiyê ra wek Hecîwat û Qeregoz van dide lîstin. Rêxistina terorê ya cihêkar û FETOya Rêxistina Terorê beriya 15ê Tîrmehê hatin ba hev. Ev derbeya pîlan kirin, wezîfe di nav hev da pare vekirin. Wan wetrê derbeyê serkeftî be, qele ji hundir va feth kirine lê belê hesabê wan hev negirt."  "Di sala 2014an da hejmara ciwanên ku derxistin çiyê ji 4 hezar û 500î zêdetir bû. Îsal di nav 10 mehî da tenê qederê 400 ciwanên me birin. Nikarin bixapînin. Çima, lewra ciwanên me dizanin ku pêşeroj li çiyê tuneye, pêşeroj di Tirkiyeya mezin a ku pêş ketiye û bi he awayî têra xwe dike da ye." AA

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2016-10-14 18:47 tarihinde yayınlandı. 4554 Defa okundu.