Gelê Turkiyeyê diçe ser sindoqan. Nêzî 350 hezar kes dê cara ewil ji bo parlamentoya heyama 26em dengên xwe bidin.
Turkiye diçe ser sindoqan

 Tê çaverêkirin ku beşdariya hilbijartinê zêdetir bibe. Niha jî bi reqem û hejmaran, hilbijartina 1ê mijdarê tê ser hemberî we. Gelê Tirkiyeyê ji bo endamên heyama 26em a parlamentoyê diyar bike dê sibê here ser sindoqan. 54 milyon û 49 hezar hilbijêr dê di 175 hezar û 6 sindoqan de dengên xwe bi kar bînin. 350 hezar kes dê cara ewil dengên xwe bidin. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de, Ak Partiyê ji sedî 40.87, CHP’ê 24.95, MHP’ê 16.29 û HDP’ê 13.12 deng standin. Di meclisê de 258 parlamenterên AK Partiyê, 132 parlamenterên CHP’ê, 80 parlamenterên MHPê û 80 jî yê HDP’ê hene. Rêjeya çûyina ser sindoqan ji sala 2002’an ve zêde dibe. Di 7’ê Hezîranê de rêjeya çûyina ser sindoqan ji sedî 83.92 bû. Tê payin ku di hilbijartina 1’ê Mijdarê de jî rêjeya beşdariyê zêde bibe. 16 partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartina 1’ê Mijdarê bibin. 21 namzedên parlementeriya serbixwe jî dê beşdarî hilbijartinê bibin. Dengên ku li derveyê welêt hatin bikaranîn jî niha li Tirkiyeyê ne. Dengên ku hatin bikaranîn niha li Enqereyê li lijneya hilbijartinê ya derveyê welet in. Şeva 1’ê Mijdarê piştî ku li seranserê welêt deng hatin bikaranîn dê bi dengên din re bên hejmartin. Li deriyên gumrikan di 8’ê Cotmehê de dengdayînê dest pê kiribû, dengdayîn dê heta şeva 1’ê Mijdarê saet 17.00’an bidome.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-10-31 17:42 tarihinde yayınlandı. 2929 Defa okundu.