Em, Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikin û em bi minetdarî silavan li wan kesan dikin ku li hember komkujî, nîjadkujî û bişaftinê her tim li ber xwe dan û Zimanê Kurdî zindî kirin û pêş ve birin.
Kovara Hawarê ku di 15ê Gulana 1932yan de li Şama paytexta Suriyeyê hatiye weşandin, ji bo ku tîpên kurdî latînîze kiriye û Şoreşa Alfabeyê pêk aniye, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Roja weşandina vê kovarê, gellek tevkarî ji bo vî zimanê ku bi salan e di bin zeft û zordariyê de ye, kiriye û ji bo ku Şoreşa Alfabeyê daye destpêkirin, wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Em, Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikin û em bi minetdarî silavan li wan kesan dikin ku li hember komkujî, nîjadkujî û bişaftinê her tim li ber xwe dan û Zimanê Kurdî zindî kirin û pêş ve birin.
Editör: İsmail KAYA