Huseyîn Sarialtunê 49 salî yê ku li Bismîla navçeya Diyarbekirê dijî, kincên kevn ên ji rîs hatine çêkirin vedireşîne û bi tayê wan va sicadeyan çêdike.
Ji kincên rîs yên kevn sicadeyan çêdike

 Huseyîn Sarialtunê 49 salî yê ku li Bismîla navçeya Diyarbekirê dijî, kincên kevn ên ji rîs hatine çêkirin vedireşîne û bi tayê wan va sicadeyan çêdike. Huseyîn Sarialtunê bavê 6 zarokan ê ku 22 sal e li dikana xwe karê xwe didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hemû mişteriyên wî jin in, herî zêde ew girîngiyê didin van karan. Sarialtun got ku jin kincên kew ji malên xwe tînin û didin wî û ew jî wan vedireşîne û dixe gilok, paşê ji wan gilokan li dora boriyên ceyranê dialîne û amade dike. Sarialtun destnîşan kir ku bi makîneyê va ji van rîsan sicadeyan çêdike û wiha pê da çû: "Ez bi vî karî va hem nanê mala xwe bi dest dixim hem jî tayên kevn dixim carcim û sicade. Berê min ji wan tayan fayke û xalîçe çêdikir lê belê ji ber ku mişteriyê wan kêm bûn êdî sicadeyan çêdikim. Ji sicadeyekî 20 lireyî qezenc dikim." Sarialtun got piştî ji leşkeriyê zivirî hin tengasî kişan û dest bi vî karî kir û wiha pê da çû: "Min dest bi vî karî kir û dermanên xwe xwar hinekî baş bûm. Karê min hizûrê dide min. Beriya min kekê min ev kara dikir. Çaxa ku ji min ra got vî karî bike bi min zehf zor hatibû min nekiribû. Lê belê nika zehf ji karê xwe hez dikim." Sarialtun diyar kir ku berê li navçeyê 5 kesan ev kara dikir, ji ber ku mişterî kêm bûn êdî ew bi tenê karê xwe didomîne û di rojê da 2-3 sicadeyan li dar dixe. Sarilatun wiha got: "Ji ber ku bê zehmet e her kes diçe carcim û sicadeyên hazir dikire. Her diçe karê min kêm dibe. Meslegê me ji holê radibe

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2017-03-20 10:19 tarihinde yayınlandı. 13587 Defa okundu.