Dîmenên lêkolînên li ser Nemrûtê yên 50 salî hatin dîtin
Li ser Nemrûtê yên 50 salî hatin dîtin

ADIYAMAN  (AA) - Dîmenên der barê jiyana gelê herêmê û xebatên lêkolînên li Nemrûdê yên ku di sala1965an de hatine kişandin, li bazara ku wir tiştên kevn tê firotin bi tesadufî hatin dîtin.    Şenol Şahîn Çorekçiyê ku li Almanyayê dijî, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku koleksiyonerekî tirk dîmen bi tesadufî dîtin û dîmenên lêkolînên Nemrûdê yên ku 50 sal berê hatine kişandin, kirin dijîtal û anîn Tirkiyeyê.    Çorekçi qal kir ku dîmen ji aliyê lêkolînerê alman Lothar Carlowitz  ve 50 sal beriya niha hatine kişandin û di dîmenan de gelek dîmenên balkêş ên der barê lêkolînên Nemrûdê de hene. Çorekçî diyar kir ku di dîmenan de gundiyên ku beşdarî lêkolînan bûne û peykerên ku hêj di bin axê de ne balê dikişînin.    Çorekçi qal kir ku ev bi salan e ku belgeyên girîng ên der barê dîroka tirkan de berhev dike û wiha axivî:    "Di bazara ku wir tiştên kevin tên firotin de mimkûn e ku hûn gelek tiştên ji heyama osmaniyan heta roja me gelek obje û belgeyan bibînin. Min dîmenên Nemrûdê jî bi vî awayî bi dest xistin. Hevalekî min ê tirk ê ku ji bo koleksiyonê belgeyan berhev dike got ku min dîmen û wêne dîtin. Tabî ji ber ku ev dîmen bi qamerayên kevin hatibûn kişandin bi xebateke taybet derket holê ka di dîmenan de çi heye."    - Pîşeya rastîn a lêkolîner bijîşkî ye   Çorekçî diyar kir ku lêkolîner di dîmenan de der barê Tirkiye û bi taybetî der barê herêmê de agahiyan dide û da zanîn ku dîmenên jiyana civakî yên Kahtaya navçeya Adiyamanê jî balê dikişînin.     Çorekçi qal kir ku di dîmenan de xebatên kolanê yên ku li Nemrûdê berdewam dikin bi hûrgulî tên dîtin û got ku lêkolînerê alman bi arkeologên ku vir dixebitin re hevpeyvin dike û der barê xebatan de agahî distîne.    Çorekçî diyar kur ku di dîmenên bi qasî 20 deqîqeyî de tê fehmkirin ku pîşeya rastin a lêkolîner bijîşkî ye û qal kir ku Carlowîtz bi gelê herêmê re ji nêz ve eleqedar dibe. Çorekçî got ku dîmen wek belgeyeke dîrokî ne û heke bê xwestin dikarin ku van bi saziyên eleqedar re parve bikin.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-02-17 16:15 tarihinde yayınlandı. 8357 Defa okundu.