Li Gundê Alîkan ne tenê, xalîçe, cureyên çelte, sicadik û xwêdankan jî tên çêkirin.
Li Sınckê xalîçe tên çêkirin

Li bajarê Semsûra  hîn jî bi keda destan pîşeya çêkirina xalîçeyan didome. Ev pîşeya ku bi sedsalan e li herêmê didome, di heman demê de jî wekî deriyeke debara hemwelatiyan e. Xaliyên ku bi hevkariya jin û zilaman tên honandin, li bazarên navxweyî û derveyê welêt tên belavkirin.

Gundê Alîka ser bi navçeya Sincak a Semsûrê ve ye. Serjimêra gund 3 hezar e. Şêniyên Gundê Alîka bi ajaldarî û cotkariyê debara  xwe dikin. Lê belê destkarî jî pîşeyeke sereke ya niştecihên gund in. Zilam, di mencelên ku li ser agir dikelin de reng didin rîs û saetekê  têk didin da ku rîs baş were rengdayîn. Piştî rengdayînê, rîs li ber tavê tê zuhakirin û ji bo tevnê tê amadekirin. Bi taybetî karê amadekirina rîs, li ser milê zilaman e. Li gorî gotina Sebrî Dîkîcî, ji bo amadekirina xaliçeyekê, bi rojan ked tê dayîn lê nikarin xalîçeyên xwe li bazaran bi nirxeke baş bifiroşin.

Hosteyê Xalîçeyan Sebrî Dîkîcî  dibêje: "Gelek zehmetiyên vî karî hene. Em pêşî hiriyê tînin û bi teşiyê dirêsin. Ev bı rojan didome. Ev karekî bi zehmet e, lêçûnên wî jî zêde neû beramberî vê yekê jî xalîçeyên me pere nake."

Li Gundê Alîka, li her malekê dezgehekî çêkirina xalîçeyan heye. Rîsê ku ji aliyê zilaman ve tê amadekirin, tê ber destê jinan. Jin bi kirtikan yek bi yek tevnê dinexişînin, bi masûl, tilikê û hepik xalîçeyan dihonin. Li ser xalîçeyan motîfên ku her yek di çanda Kurdan de xwedî wateyeke cûda ye, tên nexişandin.  Di nexişandin û honandina xalîçeyan de tenê jin dixebitin.

Hosteya Xalîçeyan Emîne Dîkîcî dibêje: "Em ji 20 rojan heta mehekê hiriyê dirêsin, dû re em rend didin û jê em dîsa dirêsin û diçin pirtik. Dû re em tevna li dar çêdikin. Di 20 rojan de em cutek xalîçe dikin."

Hosteya Xalîçeyan Xafîre Dîkîcî: "Bi rastî ev karekî zehme e, em 3 jin din ava hefteyekê 10 rojan de xaliçeyekê çêdikin."

Li Gundê Alîkan ne tenê, xalîçe, cureyên çelte, sicadik û xwêdankan jî tên çêkirin. Ev, karekî malbatî ye. Ango ji birîna hiriyê heta bazarkirina van berhemên keda destan, ji 7 salî heta 70 saliyan her ferdekî malbatê karekî dike. Berhemên ku bi keda destan bi rojan tên çêkirin, ji bo bazarên navxweyî û derveyê welêt tên rêkirin, xalîçeyek bi 5 hezar lîreyî tê firotin û bi firotina berhemên destan, çerxa aboriya Gundê Alîkan dizivire.

 

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2019-08-04 15:29 tarihinde yayınlandı. 3396 Defa okundu.