Berhîm Paşa di sala 1958 de li gundê Tiznûtê yê girêdayê navceya Gextaya (Kâhta, Semsûr) jidayikbû.
Nıviskar'a Kahtahaber'e Berhîm Paşa

 Di panzdeh saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestên bi tirkî kir. Demeke dirêj di partiya (RP) de serokatiya Gextê kir û di hilbijartina mebûsiya dewra 18an bû namzedê devera Semsûrê. Piştî ku fehm kir rêzdariya hemû partiyan li dijî Kurdan e, ew destê xwe ji rêzdariya partiyên tirk dikişîne. Wextê ku mala xwe koçî Stenbulê kir, rastî kovara Nûbiharê bû û bi nasîna Nûbiharê dest bi helbest û nivîsên Kurdî kir. Wî gelek nivîs û helbestên xwe di kovara Nûbiharê de weşand û paşê jî di sala 1997an de pirtûkeke helbestan ya bi navê Gaziya Min derxist. Her wisa nivîs, serpêhatî û helbestên wî ji bilî Nûbiharê, di Jiyana Rewşen û Azadiya Welat de hatin weşandin. Di pirtûka bi navê Antolojiya Kurdî (Kürt Şiiri Antolojisi-Selim Temo, Antolojiya Helbestvanên Kurd ê Sedsala Dawî- A.Balî û Antolojiya Çîrokên Nûbiharê - Ayhan Geverî) de Çîrok û Helbestên wî jî cih digirin. Berhîm Paşa bavê 5 zarokan e û li Stenbulê dijî.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2016-05-04 11:58 tarihinde yayınlandı. 10165 Defa okundu.