Perwer piştî konserekê di konferansê da, di derbarê pêvajoya çareseriyê û êrîşên terorê yên PKKê ji nûçegihanê AAyê ra axivî.
Perwer bangewaziya pêvajoya çareseriyê

 Hunermend Şivan Perwer hêviyên xwe ji bo dûbare destpêkirina pêvajoya çareseriyê anî ziman û got, "Hikûmeta AK Partiyê, dest bi pêvajoya çareseriyê kiribû û diajot. Hêvîdar im dîsan heman pêvajo bê destpêkirin." Şivan Perwer li bajarê Hewlêrê beşdarî konferansa bibîranîna Danielle Mitteranda hevjîna Serokomarê berê yê sosyalîst François Mitterand bû. Perwer piştî konserekê di konferansê da, di derbarê pêvajoya çareseriyê û êrîşên terorê yên PKKê ji nûçegihanê AAyê ra axivî. - "Kurd û tirk hezarane salan e bi hevra dijîn." Şivan Perwer bal kişand ser pêwîstiya bi hevra jiyana kurd, tirk, ereb, siryanî, çerkez û hemî gelên din yên ku li ser axa Anatoliyayê dijîn û got, "Kurd û tirk hezarane salan e bi hevra dijîn. Em vî tiştî di sitran û kilamên xwe û di çalakiyên xwe yê cûrbicûr da tînin ziman. Jin dane hevdu û ji hev sitendine bûne xizmê hevdu. Gelê kurd û tirk, bûne xal û xwarziyê hev, bûne kurxaletê hev." Hunermend Şivan Perwer derheqê êrîşên PKKê, destnîşan kir ku pevçûn nabin çare û tundî tenê malxirabiyê bi dû xwe ve tîne û got, "Dibe ku hinek caran dijberî di nava gelan de çêbibin, lê nabe bibin dijminê hev. Eger em bikarin bixebitin, biçînin û biçinin, bereketa vê axê têra me hemiyan dike. Pêwîstî bi pevçûnan û şer tune ye. Şer malxirabî ye." Perwer anî ziman ku pêwîstî bi têkoşîna demokratîk û bi dawîanîna tundiyê heye û got, "Ji pevçûnan hemî alî zerarê dibînin. Aborî zerarê dibîne, jiyan geşe nake, çi Edîrne, çi Qers, çi Wan yan Diyarbekir, yên ku tên kuştin zarokên me ne, ji ku de rê bin bila bibin." Şivan Perwer herwiha got, "Hikûmeta AK Partiyê, dest bi pêvajoya çareseriyê kiribû û diajot. Hêvîdar im dîsan heman pêvajo bê destpêkirin. Di pêvajoyê da çûn û hatin zêde bibû, aborî geş bibû, gel kêfxweş bû û jiyana civakî rengîn bibû. Na ji bo şer, na ji bo şer, şer xirab e." "Ez 'Destana Şingalê' dinivîsim" Perwer di derbarê Şingala ku Hêza Pêşmergeyî bi fermandariya Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê (HKI) rizgar kiribû da got, "Ez niha Destana Şingalê dinivîsim. Ez ji vê derê va bang li Şingalê û li hemî êzdiyan dikim. Kî çi di derbarê Şingalê û Êzîdxanê da bizane bila ji min ra bişîne. Ez dixwazim destaneke berfireh ku ji sitran, axaftin û dîmenên cûrbicûr pêk tê amade bikim. Ê ne tenê mûzîkal be." Şivan herwiha ji bo ku gelê Şingalê bi tenê neyê hiştin bangewazî li cîhanê kir û got, "Divê ku gelê Şingalê bi tenê neyê hiştin. Birayên me yên êzdî êşeke mezin kişandin û zûlim li wan hat kirin. Ji bo dûbare avakirina Şingalê ku niha kavil bûye û ji bo alîkariya êzdiyan ez bangî kurdên hemî aliyan dikim. Ez jî weke kurdekî çi xizmetek bikeve ser milê min ez amade me bikim. Çi bi sitranan û çi bi cûrekî din." Hunermend Perwer destnîşan kir ku Şingal ji bo kurd û êzdiyan gelekî giring e û got, "Pêşmerge nîşan û sîmbola azadiyê ye. Êdî navê pêşmerge di dîrokê da hatiye tomar kirin. Serkeftina Şingalê serkeftineke mezin e. Bi taybet ji ber ku bi fermandariya Mesûd Barzanî ye, gelekî giring e. Em sipasdarê wan in. Tevahiya cîhanê şahidê vê serkeftinê ye. Em herwiha sipasiya hêzên hevpeymanan dikin ku rê li pêşiya terorîstên DAEŞê girtine." AA

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-11-24 13:24 tarihinde yayınlandı. 11214 Defa okundu.