Di sala 1883yan de gava ku haya dinyayê ji Çiyayê Nemrûdê çê dibû, Siltanê Osmaniyan jî, ji bo ku vê rûdanê ji wan re vebêje Osman Hemdî Beg şand herêmê.
Mala Bersom Axa Çi Eslî Ne?

 Di sala 1883yan de gava ku haya dinyayê ji Çiyayê Nemrûdê çê dibû, Siltanê Osmaniyan jî, ji bo ku vê rûdanê ji wan re vebêje Osman Hemdî Beg şand herêmê. Digel alîkarê xwe Osgan Efendî, Osman Hemdî Beg hat Gexteya Kevin û li qonaxa Bersom Axayê Ermenî bû mêvan. Her du lêkolîneran, di nava xebatên xwe de him wêneya qesrê û him jî ya birayê Begos Axayê birayê Bersom Axa kişand. Di Fermana Fileyan an jî Qira Ermenan de, Bersom Axa jî hat sirgûnkirin. Lê Axayê Ermenan, ji ber destdirêjiyên ku li ser rêyan dihatin kirin, xwe kuşt. Ji ber vê yekê malbata wî jî şerpeze û belavela bû. Nurî Axayê Mirdêsî ku Apê Osman Sebrî ye, keça Bersom Axa ya bi navê Sîranûş, digel çend zarokên malbatê ji mirinê filitand û bi Sîranûşê re zewicî. Zarokên ku ji komkujiyê filitîn jî, li cem Zazayên Gergerê û Kurmancên Gexteyê mezin bûn. Nav û olên zarokan hatin guhertin, wan zimanê bav û kalên xwe jibîr kir. Bi demê re zarokên Mala Bersom Axa, bi kesên wekî xwe Ermen re zewicîn. Her çiqas ku zimanê xwe jibîr kirin jî eslê wan ji bîra wan neçû. Îro newiyên Bersom Axa, di dibistanên Ermenan de perwerde dibin û vedigerin ser dînê bapîrên xwe. Lê bandora ku Qirrê li ser wan kir, di zimanê wan de xuya ye. Lewre pîr û kalên Malbatê Kurmancî an Zazakî, ciwanên  wan piranî bi Tirkî, zarokên wan ên biçûk jî bi Ermenkî û Tirkî dijîn. Belgefîlma bi navê ‘Mala Bersom Axa Çi Eslî Ne?’ li ser vê çîroka dirêj hat kişandin. Derhêner Abdullah Koçalê ku di berê de nasê Mala Bersom Axa ye, serpêhatiya vê malbata cîranê xwe, bi saya lêkolînên Mustafa Kayahan vegot. Di berhema ku zimanê wê  Kurmancî ye de, hevpeyvînên Zazakî, Kurmancî, Ermenkî û Tirkî he ne. Muzîkên xebatê, ji aliyê newiya Bersom Axa Yeksa Bakircianê ve hatin çêkirin. Abdullah Koçal kî ye? Torinê Evdî Hesqeran ê Îzolî ye. Beşa Ziman û Wejeya Tirkan de him lîsans û him jî master qedand. Di rêza 3yemîniyê de ket Kurdolojiya Mêrdînê. Li ser Osman Sebrî jî xebatên xwe didomîne. Kahta Haber/Haber Merkezi Videoyıu izlemek için tıklayınız Mala Bersom Axa Çi Eslî Ne?    

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2015-02-18 00:12 tarihinde yayınlandı. 3525 Defa okundu.