Parlamenterê Adiyamanê yê AK Partiyê Murtaza Yetîş daxuyand ku bijîşkên nû ji bo navendê hatin tayinkirin.
Yetîş daxuyaniya xwe de got ku li Semsûrê ji bo biranşên ku îxtiyaca wan pê hebûn, bijîşk hatin tayinkirin. Yetîş bal kişand ku bi van tayinan bi taybetî li Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarok û Welidînê karê sivik bibin. Yetîş wiha axivî: "Di dema tayinên nû de ji bo bajarê me 4 jê bijîşkên pratisyen bi tevahî 9 bijîşk hatin tayinkirin. Ji bo ku di hemû beşan de bijîşk bên tayinkirin, em ê bixebitin."
Editör: İsmail KAYA