Kurdekî êzîdî eşkere kir ku wî heta niha 300 jin û keçên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar kirine.
300 jinên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar kirine!

 Kurdê êzîdî yê bi navê Murad Berces, ji Rûdawê re li ser rizgarkirina keç û jinên êzîdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, axivî û got, 3 hefteyan piştî êrişa DAIŞê li ser Şingalê, çend kesên êzîdî li bajarê Reqa yê Sûriyê telefona min kirin û daxwaz ji min kirin wan rizgar bikim. Çi ji destê min hat min kir û min karî destpêkê 3 keçên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bikim.  Murad Berces her wiha da zanîn ku 13 endamên malbata wî jî ketine destê DAIŞê û got, ez heta niha nizanim çi hatiye serê 2 jinbirayên min, 2 xûşkên min û 4 biraziyên min. Ji ber wê jî dema kesek daxwaza alîkariyê ji min dike ez zû bersiv didim û alîkariya wan dikim, çimkî ez êşa wan dizanim.  Li gorî ku Murad dibêje, wî 300 keç û jinên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar kirine, her yek ji wan jî xwedan çîrokek taybet e.  Murad pir ketiye bin bandora çîroka keçikek 12 salî. Wî wiha behsa rizgarkirina wê keçkê ji Rûdawê re kir: “Wê keçkê 4 meh berê ji Reqayê telefona min kir û gazî û hawar dikir û digot, tu xwedê min rizgar bike! Wê keçkê digot ku heta niha 16 çekdarên DAIŞê dest avêtine wê! Tevahiya endamên malbata wê keçkê ketibûn destê DAIŞê. Ti kesî ji min nexwest wê rizgar bikim, min bixwe di rêya xwedê de ev kar kir. Min karî di nav mehekê de wê keçkê rizgar bikim. Ew tiştên ku hatibûn serê wê, pir bandor li min kirin lê dema min ew rizgar kir, ez asûde bûm. Ez bawer nakim çîroka wê keçkê ti carî ji bîra min biçe…” Murad Berces, bi pere ew keç û jinên êzîdî rizgar kirine lê nexwest wî pereyî ku ji bo rizgarkirina wan daye, eşkere bike tenê ev got: Hinek ji wan bi 700 dolarî hinek jî bi 10 hezar dolarî hatine rizgarkirin.  Wî kurdê êzîdî da zanîn ku tevahiya pereyê ku ji bo rizgarkirina jinên êzêdî hatiye xerckirin, ji aliyê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Koçberan ve hatiye dabînkirin û heta niha jî ew alîkarî didome.  Di nav telefona Murad de wêneyên derdora 2 hezar keç û jinên êzîdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, hene ku hinek ji wan nayê zanîn çi hatiye serê wan. Murad dibêje ku cihê hinek ji wana dizane.  Murad Berces diyar kir ku heta yek jina êzîdî jî di destê DAIŞê de bimîne dê hewla rizgarkirina wê bide, lê ji bo parastina jiyana wan jinên êzîdî, derheqê çawaniya rizgarkirina wan de agahî neda, tenê ev got, piraniya yên ku hatine rizgarkirin li bajarê Til Eferê bûn, beşek jî li Mûsilê û hinek ji wan jî li bajarên Reqa û Dêrezorê yên Sûriyê bûn.  Li gorî agahiyên Murad Berces, piraniya wan jinên êzîdî bi alîkariya erebên wan deveran hatine rizgarkirin. 

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2016-01-11 13:40 tarihinde yayınlandı. 5498 Defa okundu.