Tevî Alan Kurdiyê ku li Bodrûma navçeya Mûglayê behrê bedena wî ya bêcan avêtibû qeraxê û bi bedena xwe ya bêcan va ketibû rojeva dinyayê, 5 kesên din ên di hundirê tekneyê da jî miribûn.
Doza Alan Kurdî

 Tevî Alan Kurdiyê ku li Bodrûma navçeya Mûglayê behrê bedena wî ya bêcan avêtibû qeraxê û bi bedena xwe ya bêcan va ketibû rojeva dinyayê, 5 kesên din ên di hundirê tekneyê da jî miribûn. Di der heqê van mirinan da di eleyhê du berşikên ji sûriyeyê da doz hatibû vekirin. Herdu berşikên dozê sibê derdikevin pêşiya dadger. Bi milyonan sûriyên ku ji şerê navxweyî yê li welatê xwe direvin û bi hêvî û armancên çaktir berê xwe didin dervayê welat û hewl didin ku behra Ege û Spî bi rêbazên dereqanûnî derbas bin. Lêbelê bot û tekneyên ku penaber lê siwar dibin, gelek carî xerqê avê dibin û dibin sedema trajediyan. Di nava van trajediyan da herwisa bûyera ku di 2yê Îlona 2015an da rû da û bi mirina tevî zarokê ji Sûriyê Alan Kurdî û 5 kesên din jî heman tişt heye. Binavbûna vê tekneyê bi dîmena bedena bêcan a Kurdî ya ku pêlên behrê ew avêtibû qeraxê va ketibû rojeva cihanê. Piştî bûyerê li tevahiya dinyayê nêrîn vegeriyan ser koçberiya penaberan û wêneya bedena bêcan a Alan jî adeta bû nîşaneya van trajediyan. - Du berşikên ji Sûriyê hatin girtin Li dû bûyerê, Serdozgeriya Komarê ya Bodrûmê lêpirsîn dest pê kir û di çarçoveyê îfadeya mexdûran da hêzên ewlekariyê, Muwafaka Alabash û Asem Alfrhad ên ji Sûriyê yên ku derbasbûna tekneya penaberan organîze kirin, binçav kirin. Herdu berşikên ku hatin girtin, ji aliyê dadgehê va ji ber sûcê, "qaçaxçîtiya penaberan" û "bi qisûr bû sedema mirina çendîn kesan" biryara hatin girtin. Di îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Bodrûmê da ji bo her berşikekî heya 35 salan cezayê hebsê tê xwastin. Di çarçoveya îdianameya ku Dadgeha Cezayê Giran a Bodrûmê qebûl kir da danîşîna ewil dê di 11ê sibatê roja pêncşemê bê kirin.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2016-02-11 14:10 tarihinde yayınlandı. 4906 Defa okundu.