300 kêwrîşkên ku li Girava Axdamarê ya li Behra Wanê zirarê didan berhemên dîrokî û ekosîstemê û hatibûn komkirin berdan sirûştê.
Ji bo ku eleqeya li ser dêra ermeniyan a li ser Girava Axdamarê zêde bikin salên berê kêwrîşk berdabûn ser giravê, lê bi demê ra kêwrîşk zêde bûn û zirar dan berhemên dîrokî û ekosîstemê. Li ser vê biryar hat hildan ku kêwrîşkan kom bikin. Rayedaran biryar dan ku kêwrîşkan bêyî ku bikujin zindî biqefêlin. Li gor texmînan nêzî 3 hezar kêwrîşk hene û saya defikên qefesê 300 kêwrîşk hatin qefaltin. Kêwrîşkên ku hatin qefaltin di pêşengiya Midûrê Navenda Rehabilitasyon û Parastina Jiyana Sirûştî ya Zanîngeha Yuzuncî Yilê Lokman Aslan da li herêmên li derdora Behra Wanê serbest hatin berdan. Aslan destnîşan kir ku ji bo qefaltina kêwrîşkan komisyon ava kirine û wê di nav 2 salan da ji bo qefaltina kêwrîşkan bixebitin.
Editör: İsmail KAYA