Li Elezîzê hosteyê lehmecûnê bi 17 xebatkarên xwe ve lehmecûneke dirêjahiya wê 23 mêtro ye çêkir.
Lehmecûneke  23 mêtroyî çêkirin

 Altunbaşê ku li taxa Ataşehîrê di xwaringekê de dixebite, bi 17 kesan ve serê sibê dest bi çêkirina lehmecûnê kir. Di nav du saet û nîvan de lehmecûneke dirêjahiya wê 23 mêtro ye çêkirin. Hoste Altunbaş ji rojnamevanan re got ku armanca wan ew e ku navê wan di kitêba Guînnessê de bê nivîsandin û wiha axivî: "Ev ceribandina me ya sêyemîn e. Me 15 kîlo qîme û 15 kîlo hevîr xebitand. Me hevîr 20 deqîqe ji bo ku hilbê da sekinandin. Pişt re bi totikan ve me hevîrekî 17 mêtroyî vekir ku ew dikare 5 mêtro dirêj bibe. Paşê me di firinê de 20 û 25 deqîqe ew pijand. Armanca me ne tenê ew e ku navê me bikeve kitêba Guînnessê. Em dixwazin hêza xwe jî biceribînin." Altunbaş got ku ew ê vê lehmecûnê bidin Navenda Rehabîlîtasyon û Mala Hizûrê ya Gaziyê. Altunbaş anî ziman ku ew ê paşê lehmecûneke ku 33 mêtroyî çêkin û serî li Gûînnessê bidin.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2016-04-05 16:01 tarihinde yayınlandı. 7045 Defa okundu.