Li herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê de bi 11 pileyî ve li Qersê hat pîvandin.
Li Rojhilatê Anadoluyê rewşa hewayê

 Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê hatin hildan hewaya herî germ li Tûnceliyê 1 û li Erzirom û Erdexanê di bin sifirê de 8, li Agirî û Îdirê di bin sifirê de 4 û li Erzincanê jî di bin sifirê de 2 pile bû. Wisa tê texmînkirin ku îro li seranserê herêmê wê hewa bi ewr be û ber destê êvarê li Erzirom û Erzincanê jî şilopeyê dest pê bike. Bi şev jî wê erd cemed bigire û li hin deran jî wê mij bikeve. Hewaya herî germ li Îdirê 7, li Erzincanê 5, li Tûnceliyê 4, li Erzirom û Erdexanê 3, li Qersê û Agiriyê jî di bin sifirê de 1 pile hat pîvandin. Stûriya berfê jî li Agiriyê 30, li Tûnceliyê 19, li Erziromê 8, li Qersê 7, li Erdexanê 1, li navenda xweşiqitandinê ya Qonaxliyê 87, li Erzirom Palandokenê 82, li Cibiltepeya Sariqamişa Qersê 21 û li Ergana Erzincanê jî 12 santîmetre ye.

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2016-01-13 20:42 tarihinde yayınlandı. 5250 Defa okundu.