Rêya Agirî-Îdirê ji ber berfê ji herdu hêlan va jî hat girtin.
Rêya Agirî-Îdirê hat girtin

 Rêya Agirî-Îdirê ji ber berfê ji herdu hêlan va jî hat girtin Li Borana Pamukê ku nêzîkî Çiyayê Agiriyê ye, zahf berf barî û ji ajovanan ra bû astengî. Li devera ku qalindahiya berfê gihşît 50 santîmêtroyî gelek wesayît şiqitîn û ji rê derketin, gelek TIR jî mehsûr man. Herwiha bona xilaskirina kesên di van wesayîtan da xebat dan destpêkirin. Li Bazîda navçeya Agiriyê û navenda bajarê Îdirê ekîbên cendirme û polêsan ên wezîfedar tevdîr standin. Ekîb ji ber ku rê xitimîne, nahêlin wesayît biçin. Xebatên vekirina rê yên ku ekîbên rêbejayê dest pê kirin jî berdewam in. Ajovan Îsmaîl Eren di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku berfê bêtevdîr bi ser wan da girt. Eren diyar kir ku li cem wan zincîr jî tune û wiha xeberda, "Em di rê da man. Em li bendê ne ku ekîbên rêbejayê rê vekin. Em ji saet 22.00yê vir va li vir in."AA

Editör: İsmail KAYA

Bu Habere Tepkiniz Nedir? Bu haber 2016-11-02 10:46 tarihinde yayınlandı. 9425 Defa okundu.