Berhim Paşa

Berhim Paşa

berhim.pasa@kahtahaber.com





 bi serê çavan carekê binêre
bila qe stêrik hilneyên
heyv wenda be
kîjan tav dikare
viqas germ bike dilê min

bi serê zimên carekê bêje min
bila qe helbest neafirin
pirtûkên evînê wenda bin
kîjan bêje dikare
viqas jîna min watedar bike

bi serê lêvan carekê bikene
bila qe tufan rabin çiya hilweşin
malim wêran rêyam wenda be
kîjan gul û gupik dikare
viqas bilbilê dilê min şad bike

bi serê tiliyan carekê bimeşe
bila qe xezal neyên çiyayê min
çor di reyhanan keve wenda bin
kîjan serwîzad û sipîndar
viqas fodil hêl dibe li bexçê dilê min



Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 3 yıl önce yayınlandı. 4797 Defa okundu.