Berhim Paşa

Berhim Paşa

berhim.pasa@kahtahaber.com





 min pûrke dayê
bi porê xwe yên spî
ser çavên min

min sar e
min ta girt
zelzele li dilê min ket
hêstirên xwe yên kelî
biser min ve ke
hundirê min cemed girt
cemedê bihelîn
bi agirê heza xwe
dayê
ma ez 
keda dest û pêyên te
mêjeka sîng û berên te
pêçek û lorika te nebûm
serê min bi ser çoga xwe de
xemgîn nebe/dayê
jan rawestîn
min pûr ke/dayê
bi axa welatê min
reş û spî ferq nîn e
lêkin balgiyê gora min
bi kevirên berz
kevirên ku
bi xwîna ŞEHÎDAN
hatine şuştin/dayê



Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 3 yıl önce yayınlandı. 4936 Defa okundu.