Berhim Paşa

Berhim Paşa

berhim.pasa@kahtahaber.com





 nigê min diçe
ji dûvre ez
ne ku bi hemdê xwe
bêheş im ez
wekî serxweşekî
bêheş im ez
wekî dîkê
ku hej li sêri ketî û gêj
diçim kûderê
qet nizanim

destê min girâdeyî
zimanê min lal
guhên min vekirî
û çavên tirsok
ewqas bêhîs im ku
wekî pîr û zarokên
HELEPÇÊ
weqas bêhîs im ku
wekî kurdên bêxem
û dewlemendên bakur



Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 3 yıl önce yayınlandı. 2540 Defa okundu.