sal hezar û nehesed û nozdeh ez bi destê du îgîlîza li rêya Gextê* mirim
Berhim Paşa

Berhim Paşa

berhim.pasa@kahtahaber.com


Ez mirim

heke mirin çawaye

ez werê mirim

hêvî mirin

xeyal mirin

tav mir

heyv mir

histêrik yek bi yek mirin

sal hezar û nehesed û nozdeh

ez bi destê du îgîlîza li rêya Gextê* mirim

dema ku tu serdilkê xwe radipêçî

û xençerekê di pişta te de lêdixin 

ez werê mirim

dizivirî ser lêxistê xwe û rûbarî kenekî tirsonek û xayin dibî

û tu carek din dimîrî carek din carek din

wisa ez bi hezar caran mirim

axir zeman hat

dunya tevde hate xarê

her hesab raxistin li ber çavan

fên û fûtên neyaran tevde pûç biderketin

tu 

vegeri ser hemdê xwe

min jîn dît

min mîna tovekî rizîyayî zîl da

tu

vegerî ser hemdê xwe lê

hemû mirî vejîn

*Kahta

Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 2 hafta önce yayınlandı. 247 Defa okundu.