çi dibe girî vemekin hemû zarok kulîlk in
bextê we de me
çi dibe
qimîş zarokan mebin
zarok belengaz in bêçare ne
zarok bêguneh in
hemû zarok kulîlk in
mêze kin ji çavên wan
rizgarî û pakijî jê tê xwendin
evîn jê tê xwendin
û hêviya
jiyanê jê tê xwendin
çi dibe girî vemekin
hemû zarok kulîlk in
porên wekî herîr
çavên xweşik û xemgîn
awirên zelal û germ
dilgeşên wenekên piçûk
daxwazên nezêdeyî
an leystokek an pariyek nan
li vê gerdûna derewîn
zarok ji me re xelat in
ji Yezdan ê dilovan
çi dibe xemgîn mekin
hemû zarok kulîlk in
werin
neyarên zarokan werin
ha ji şûna zarokan ve sînga min
verişin xezaba dilê xwe
lêxin bi hezaran tîran
bedena min bila perçe perçe bibe
lê...bila zarok bijîn
hemû zarok kulîlk in