Berhim Paşa

Berhim Paşa

berhim.pasa@kahtahaber.com





 were yar were em veqetînin
ji temenê xwe vê şevê
ne kerb ne xem ne kul
ne jî derd û qedayên welêt
bi tenê tu û dîsa dîsa tu
ku hewece bû carna jî ez
lê ji xeynê vê ne tu tişt
 
were yar were bavêje
xemsariyê
biçirîne wêneyên xemgîniyê
şev dirêj an kin bila ya te be
lembo zelûl an gurr bi
daxwaza te be
tu destên xwe yên fodil li hev xe
ezbenî ez li benda fermana te me
 
kevirê
Tumikê Çiyayê Bêlê yek û
yek bidim
berhev tûna xalîçeyên Sîna li ber nigên te raxînim
textê Pudehepa’yê nû de
amade kim te li ser daynim
bi gulavê bişom bîhnê
bireşînim hawêrdorê
serxweş bibe û jixwe here bi evînê
Ez gorî min bike meze ji xwe re vê şevê
ne ji temenê çûyî ne jî yên ku têt
şev ev şev e dem ev dem e
li min bimeyze dixwezî bi
nêrînek berketî
destên ku dirêj te dibe tu venegerîne
berxwe nekeve temen çil be
jî ne derng e şeh ke porê herîrî berde biskên kever
bibehecîne Leylê,Şêrînê û Zînê işev ez memtir,Ferhattir û Mecnûntir im
ger daxwaza te be ez ji Eyub Eyubtir im




Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 2 yıl önce yayınlandı. 7088 Defa okundu.