Berhim Paşa

Berhim Paşa

berhim.pasa@kahtahaber.com





 ji gorîstana jinên pîrız
di ser pireya Genderê re derbas be
biçe peytexta Antîqoz Arsemiyayê
ax hawar ax ax Mirdêsya min
min çiqas dixwest ku bêjim
ji bona hesret û kedera dilê min
destpêka rêwitiya te bila Semsat be
 
biçe deşta Mirdês warê Mîrên zelûl
xwe bide ber bayê biharê yê ku rojhilat ve têt
ji alîkî porê te ê herîrî bila leylan leylan bide
ji aliyê din keda çotkaran genimê nû seridî
ew soriya gupên te wilo hinarê Tawsiyê
bila dilop dilop birêje ser soriya pelê bûkikan
çi çax ku bayê rojhilat wer hêdî hêdî
radimûse ser çavê te bîhna te j imin re tîne
û xençerek teresan dikêşe ji dilê min
bi hêvî be biê ser hemdê xwe û dilgeş be
dax dike birînên dilê min kenê rûyê te
hêvî û daxwaza jînê har dibe û min radipêçe
hey hey selwîbala min tirsa mirinê çi xem
 
(II)
 
ji gorîstana jinên pîrız
di ser pireya Genderê re derbas be
biçe peytexta Antîqoz Arsemiyayê
ax hawar ax ax Mirdêsya min
min çiqas dixwest ku bêjim
ji bona hesret û kedera dilê min
destpêka rêwitiya te bila Semsat be
 
janrewasta êş û janên min tevî keriyê xezalan be
ji çiyayê Gextê çolbir biçe ser Tûmikê Bêlê
li kêleka gora Mîrê Kurdan berê xwe bide rojhilat
bi dilekî geş û bi umid li benda ronahiyê bisekêne
wê derkeve bi rengekî sortirîn hewca mirovahiyê
mîna xewna ser piyan wiqas bi hêsanî
bejna xwe hêlke fodil fodil xwe bedre xarê
bilorîne bi dengekî dilşewat kilama Osmanê Sebrî
 
vêsanekê bide li ser Çelçaviya kaniya ava aşan
di hingala xwe de biderxe pîvazekê û keriyek nan
li bin siya zinarekî de bixwe wer bidilxwez
û mitsek av vexwe ji wê ava sar
dibe ku vedimire agirê hesret û kedera dilê min


Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 3 yıl önce yayınlandı. 10060 Defa okundu.