Berhim Paşa

Berhim Paşa

berhim.pasa@kahtahaber.com


 MIRDÊSÎ'YA MIN (I) ji gorîstana jinên pîroz di ser pireya Genderê re derbas be biçe peytexta Antîqoz Arsemiyayê ax hawar ax ax Mirdêsya min min çiqas dixwest ku bêjim ji bona hesret û kedera dilê min destpêka rêwitiya te bila Semsat be biçe deşta Mirdês warê Mîrên zelûl xwe bide ber bayê biharê yê ku rojhilat ve têt ji alîkî porê te ê herîrî bila leylan leylan bide ji aliyê din keda çotkaran genimê nû seridî ew soriya gupên te wilo hinarê Tawsiyê bila dilop dilop birêje ser soriya pelê bûkikan çi çax ku bayê rojhilat wer hêdî hêdî radimûse ser çavê te bîhna te j imin re tîne û xençerek teresan dikêşe ji dilê min bi hêvî be biê ser hemdê xwe û dilgeş be dax dike birînên dilê min kenê rûyê te hêvî û daxwaza jînê har dibe û min radipêçe hey hey selwîbala min tirsa mirinê çi xem (II) ji gorîstana jinên pîroz di ser pireya Genderê re derbas be biçe peytexta Antîqoz Arsemiyayê ax hawar ax ax Mirdêsya min min çiqas dixwest ku bêjim ji bona hesret û kedera dilê min destpêka rêwitiya te bila Semsat be janrewasta êş û janên min tevî keriyê xezalan be ji çiyayê Gextê çolbir biçe ser Tûmikê Bêlê li kêleka gora Mîrê Kurdan berê xwe bide rojhilat bi dilekî geş û bi umid li benda ronahiyê bisekêne wê derkeve bi rengekî sortirîn hewca mirovahiyê mîna xewna ser piyan wiqas bi hêsanî bejna xwe hêlke fodil fodil xwe bedre xarê bilorîne bi dengekî dilşewat kilama Osmanê Sebrî vêsanekê bide li ser Çelçaviya kaniya ava aşan di hingala xwe de biderxe pîvazekê û keriyek nan li bin siya zinarekî de bixwe wer bidilxwez û mitsek av vexwe ji wê ava sar dibe ku vedimire agirê hesret û kedera dilê min

Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 2 yıl önce yayınlandı. 29257 Defa okundu.