Berhim Paşa

Berhim Paşa

berhim.pasa@kahtahaber.com





 di girtîgeha mêjiyê min de
raman jê dizên û oxil didin
her hucreyek min dibe pêtiga hêviyan

hêvî
carna dibin êga umr
jehrê berdidin rayê min
jan li dilê min dixe
di binê heft tebek erd de
diqîrim
tariya şevê qêrînan dîl werdigre
şev
ax şev herûher şev
hêviyên herî xweşik
di tariya şevan de pêk dihat
lê îşev
ne sayî ye xem e kerb e
û
dêwê heftserî ye
mîna keftaran diranan li hev dixe
bi tirs û sawir di ser min de têt
dibim hezar perçe
bi her perçeyekî xwe
ez
li benda berbangê me
berbang hêviyek dine li aso
ma gelo têgîhan mimkûn be
tav bi rengekî din heltê
di bin perdeyek mij û dûman de
lêbelê dîsa jî ez
bi bervî tavê dibezim
tav bervî rojava
sî dirêjtir aso sortir dibe
vediciniqim
tavilê bi gavên gir dimeşim
dikevim radibim dibezim
diwestim ji qam de dikevim
û
vedikevim li cîhekî bêezman



Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 2 yıl önce yayınlandı. 9172 Defa okundu.