Berhim Paşa

Berhim Paşa

berhim.pasa@kahtahaber.com





 rojekê aso 
wê xwe berdin nava diliê min
bila dilê min bixurije nava asoyan
dihn û bala xwe li te girêdidim
ji bo ku dil û hinavê min gişt
ji hundirê dil û hinavê min nebihure
taritiya şevan
ji min re cejn û davet e
hesreta te li çavê min werdigre
li asoyên bê ser û ber
dora evîna te digerîne
min xwe spart te
di asoyê dilê min ê şeyda de
efsûnkara azweriyên mezintir
hey dilketiya min
awirekî xwe ji min neparêze
ji kaniya mirazan
hesreta te vedixwim bêpîvan
mina avek kel-kelî ku
li ser agirekî dîn û hartir


Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 2 yıl önce yayınlandı. 2245 Defa okundu.