Li bin tava havînê Di nava zeviyên bi gurnîk Li pirêzê ceh û geniman Qurfan berhev dikin Li bênderan li pey gayên qelmê  Birînên nigên wan Bi titûnê dikewînin Pêxwasî Navik li devre Zik birçî dîsa jî Zarokên welatê min Dilgeşin Li ber kaniya gund Malko dileyzin Bi heriyê Bajaran Tê de nexwaşxanan Dibistanan çêdikin Mezintir dibe mamoste Yên din şagirt Dixwînin bi zmanê zikmakî Elfabe bizmarî Qirşik pênûs Li ser heriyê dinivîsin Kî dibe bijîşk Kî dibe pîrik Kî dibe sexmankar Kî dibe fermandar Di xeyalen de be jî Zarokên welatê min Dilgeşin   Di destekî de bîhstok Di ê din de cixwara Emrîkî Binde tomofîla Elmanî Li kêlekê qîzên zerûşîn Meyxana de “dolar” difûrin Şampanya diteqin Di bin ronahiya lemboyên rengîn de   Jinik di pencerê de cav li rê Ber ve sibê vedigerin malê Ew mezinên welatiyê min Çiqas rûreş in.
Berhim Paşa

Berhim Paşa

berhim.pasa@kahtahaber.com





 Li bin tava havînê
Di nava zeviyên bi gurnîk
Li pirêzê ceh û geniman
Qurfan berhev dikin
Li bênderan li pey gayên qelmê 
Birînên nigên wan
Bi titûnê dikewînin
Pêxwasî
Navik li devre
Zik birçî dîsa jî
Zarokên welatê min
Dilgeşin
Li ber kaniya gund
Malko dileyzin
Bi heriyê
Bajaran
Tê de nexwaşxanan
Dibistanan çêdikin
Mezintir dibe mamoste
Yên din şagirt
Dixwînin bi zmanê zikmakî
Elfabe bizmarî
Qirşik pênûs
Li ser heriyê dinivîsin
Kî dibe bijîşk
Kî dibe pîrik
Kî dibe sexmankar
Kî dibe fermandar
Di xeyalen de be jî
Zarokên welatê min
Dilgeşin
 
Di destekî de bîhstok
Di ê din de cixwara Emrîkî
Binde tomofîla Elmanî
Li kêlekê qîzên zerûşîn
Meyxana de “dolar” difûrin
Şampanya diteqin
Di bin ronahiya lemboyên rengîn de
 
Jinik di pencerê de cav li rê
Ber ve sibê vedigerin malê
Ew mezinên welatiyê min
Çiqas rûreş in..!!
 


Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 2 yıl önce yayınlandı. 5931 Defa okundu.