Nalîna Gextî
Ka em birabun zemankî
Bi her nav û her rengî
Wek serî û dest û pî
Jîr û zana û zindî
Jîyanek bi kêf û şahî
Bi dilsafî û xêrxwazî
Bi aşîtî û biratî
Hilanîn jı ser vî erdî
Pî ketine şuna serî
Gur ketye eyarê mî
Rovî dibe ez sofî
De were ku tu nebehcî
Dimeşim ez şev tarî
Ser min da berf dibarî
Te min xist bin her barî
Nekir xwedîyê tu parî
Ya ilahî Ya Rebbî
Ew ha çi li me qewimî
Hinda bu şerm û fedî
Reş dibê ez im sipî
Herdo çavêm xwîn dirjî
Kes nake pirsa kesî
Jı ber êşa vî derdî
Her dem dinale Gextî
(GEXTÎ)