-De rabe!   - Te xére disa?   - Ez é her dâîm bejim qey?   -Welle ez nizanim tu çi dibéjî.
Mehmet Cömert

Mehmet Cömert

mehmet.comert@kahtahaber.com





 -De rabe!


 
- Te xére disa?


 
- Ez é her dâîm bejim qey?


 
-Welle ez nizanim tu çi dibéjî..


 
- Ez quzulqurt é te dibijim. Rabin ser iş û karén xwe. Terralén terral..
 






xxxx




 


Duaén dayka min  :   (Dewrana te neşehte)




 
- Xoce !


 
-Ha diya min.


 
- Ku ez bimirin, té ji min ra bixwini?


 
-Lé ezé ji dayka xwe re nexwinim ji kira bixwinim?!


 
-Dixazî ez ji divla te vé herim Heccé jî


 
- Léé... Çî şérete!!  min bi xweşi neşand mala xwedé, ku az mirim divla min diçe?!


 
- De îro roja pîroz În e. Ez qurbana te,tu ji min ra duaeki  nakî?


 
- 'Xwedé umreki diréj bide te û derde van zaroké xwe nebîni. Xwedé devrana we neşehtine.


 
- Amin dayka min. Xwedé te jî nexîne ber dest û pîyé kesî.Hewci keski neke,


- Amin lawé min amiin.. Li pé bim , li tirbé bim






 
 
 
 


xxxxx






Dûaén dayka min  :     (Xwedé mirazé te bike, bexteki xweşik li te veke)




 
- Te îro pez bir ki deré?


 
- Min pez bir héla kaniya hesqera, ber kızılhoquş.


 
- Eferim lawké min.îro satla min tije şîr bu..


 
Xwedé jî seré te tijje aqil bike, fehmekî bide te.


 
Te jî bela û afatan, jî çawé çavneşuştiyan, jî deste zaliman, jî zimané fésadan, biparîze.


 
- Te tiştek bîr kir diya min?


 
-Min çi tişt bîr kir lawké min é delal?


 
- Nizanim..


 
-Héé.. temam. Xwedé bexteki xweşik li kuré min veké inşellah.


 
-Hah, teze bu işte!!






xxxxx


 
 
 
 




Nifirén dayka min:( rânewîyo, ne tu bi, ne ji...)






 
- Rabe û vî pez-devarî berde haydi !


 
- Diya min,  ma tu nizani îro mekteb heye?


 
- Mekteba çi? Ma ew pez û devar wé çi bibe?


 
- Welle nizanim. Dixazi izna min ji miellim bixaze.


-Ne ti bi, ne jî  miellim be!!


 
- Ê ma miellim kurdi dizane?


 
-Nizanim welle. Zanibe jî feqiro newire ku xeberde !


 
(Diya min bangi miellimé tirk dike)




 
Mellimo ! Keko tu izna wî ranevî me bide, bira îro jî here ber van kolekan.


........
 
Ê welle ez tirki nizanim. Bavé min ez neşandim mektebé. Dev zimané min hebuya min zanibu ez çer dikim !
 
 
 
 




xxxxx






Duaén dayka min:




 
-   Xoce, mele..!


 
-  Ha dayka min


 
-  Dayik bi qurban, tu çi diki?


 
-   Ez ji dayka xwe re niviştek dinifsinim


 
-    Dest û çavé lavké min agiré cehnimé nebine,


 
Ez qurban ew seré min her tim déşe.


 
-    Tu qeyitsiz be, wé xweş bibe inşellah,


 
-  Xwedé te sitar bike kuré min.


 
Xwedé evladé te jî star bike.


 
-   Amin diya min.


 
-   Mele, cé te ji bo mange(çélek) a me jî niviştek bikira, Ew çend roj bun ku şîré wé zıwa buye.


 
-   Tu meraq neke, ev nivişta ku ez çé dikim wé meşka te tijje dew bike.


Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 2 yıl önce yayınlandı. 9050 Defa okundu.