Cumbuşa min Derguşa min Hez û awaza min Kul û kedera min Bext û mirazê min Bilbila dilê min Hevala jîyana min.
Remzi Çakın

Remzi Çakın

remzi.cakin@kahtahaber.com





  
Cumbuşa min
Derguşa min
Hez û awaza min
Kul û kedera min
Bext û mirazê min
Bilbila dilê min
Hevala jîyana min.
 
Aram jî êdî kal e
Nexaşekî gelek bêhal e
Bê te kur dinale
Were biskine li dar e
Meke şîn û zar e
Guhdarke bedewê xwa
Aramê kal e.
 
Ewîna  min
Cumbuşa min
Derguşa min
Awaza û mirazê min
Ez dibêm ewqas bû
Îcar çun e!…Hatin nîne!
 
Paş min ra neke şîn û xem
Girênede reş û dem
Nebê sal dû hezar û neh
Demsal Havîn, hiv Tebax
Ji rojên germ! çun heyşt
Qedîya êdî awaz û deng.
 
Ewîna min
Cumbuşa min
Derguşa min
Awaza û mirazê min!
Guhê xwa bike kuş
Sînga xwa bike gij
Mêzeke hawîr û dor
Bibîne dengekî mor
Tev lêxin hur û hur
Bila derên kilamên kur
 
Ser dilovanîya mamoste Aram re 


Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 2 yıl önce yayınlandı. 3070 Defa okundu.