Ji bo Kek Mehmet Uzun Ziman Rabû Ser Xwa   Mirovek ketibû li ber waran, Bêziman û bêhal! Ez çûm ser min bang lê kir, Banga min re bêhemd bi destê min girt   Paşê kalek, dû re xortek hat ser, Wan jî bang lê kir.
Remzi Çakın

Remzi Çakın

remzi.cakin@kahtahaber.com





 Ji bo Kek Mehmet Uzun
Ziman Rabû Ser Xwa
 
Mirovek ketibû li ber waran,
Bêziman û bêhal!
Ez çûm ser min bang lê kir,
Banga min re bêhemd bi destê min girt
 
Paşê kalek, dû re xortek hat ser,
Wan jî bang lê kir.
Mirovê bêhal û bêziman
Çavên xwa vekirin.
 
Deng ji gund ket, gundî hat
Bihev re bang li mirov kirin.
Mirov rabû runişt.
 
Gundîyan xeber dan bajêr
Kesên bajarî hatin
Wan jî mirov dan ber pirsan.
Mirov bêhemd rabû ser linga.
 
Bajarîyan xeber da baqilên welat
Ewna jî hatin ser mirovê bêhal 
Dan ber pirsan.
Mirov bersîv da û kenî...
 
Kê bihîst ew hat;
Kal, xort, jin mêr, zarok, keç, bûk 
Mirovê bêziman û bêhal 
Kilamek sitrand û reqisî…
 
Ew roja reqasê,
Bû cejna zimanê dayîka me!


Bu Yazıya Tepkiniz Nedir? Bu yazı 3 yıl önce yayınlandı. 3206 Defa okundu.